Encamên lêgerînê
birader birader, bira.
1. bira, birader 2. birawo, birako (ji bo denglêkirinê) 3. birader (navê ku ma­son li hev dikin)
1. bira, birader 2. birawo, birako (ji bo denglêkirinê) 3. birader (navê ku mason li hev dikin) n
birader n bilader
biraderî m biladerlik
birader (navdêr) kesên hev dinasin û têkiliyên baş li gel hev hene û ji hev hez dikin (bi taybetî zelam), kesê wek bira; kesê ji der hatiye û wek bira nêzik e, kurrê dêbavên kesekê/î, lawê deybabên kesekê/î: Ew biraderê min e. (Dêbavên min û wî yek in.), kurrê ji dayika yan ji bavê kesekê/î, peyvek rêzgir e bo her zelamê basa wî tê kirin: Biraderek li te dipirsî, nizanim kî bû..
Herwiha: bira, bra, brader.
Hevwate: heval, dost, hevrê, yar.
Dijwate: dijmin, neyar.
Bide ber: lêzim, nas, xizm.
ji: ji farisî برادر (birader: bira) ku hevreha bira ya kurdî ye. Bo ketina -(d)er ji kurdî bide ber dotmam (farisî: doxter), ma-k (farisî: mader), xweh (farisî: xvaher), zazakî pîbab (farisî: pider).
: biraderî
biraderane (rengdêr) birayane.
ji: birader +-ane
biraderî 1. biraderbûn (navdêr, mê) dostanî, hevalî, kirîvî, yaranî, hogirî, hevrêtî, hevbendî, hevgirî: Ez bi biraderiya we gelek serbilind im. (Gelek serbilind im ku biraderê we me.), bira, kurrê dêbavên mirovî.
Herwiha: biraderînî biraderîtî biradertî braderî braderîtî bradertî.
ji: birader + -î 2. birader (tewandî) (navdêr, nêr) forma tewandî ya nêr ji peyva birader: Wî biraderî çi got?.
Herwiha: braderî.
ji: birader + -î
birader m/n. embaz, heval, birader n.
birader dost, heval, birader