Encamên lêgerînê
beyav (navdêr, mê) rêje, proporsiyon, nispet, par, parçe, behr, (parçeyek ji tevahiyekê: Rêjeya xwendekarên ji pola xwe derdiçin 80 e. Rêjeya kesên xwendewar li vî welatî gelek bilind e. (Ji hemû kesan, kesên ku dizanin bixwînin parek mezin e.).
ji wêjeyê: Digel wextî beyava bikaranîna bokmålê ( 80-90 ji nerwêjiyan wê bi kar tînin) berferehtir dibe û nynorsk bertengtir dibe û çi tişt bi topizê zorê nehat kirin û problemên mezin jê çê nebûn.(Sidqî Hirorî: Bila kurdî jî wekî nerwêjiyê be, Nefel.com, 10/2006).
: bêbeyav bêbeyavî bêbeyavîtî bêbeyavtî bibeyav bibeyavî bibeyavîtî bibeyavtî derebeyav derebeyavî derebeyavîtî derebeyavtî beyavdar beyavdarî beyavdarîtî beyavdartî beyavder beyavderî beyavderîtî beyavdertî beyavdêr beyavdêrî beyavdêrîtî beyavdêrtî beyavî
beyavdar (rengdêr) birêje, biproporsiyon, binispet, bipar, biparçe, bibehr.
ji: beyav + -dar.
: beyavdarî beyavdarîtî beyavdartî
beyavdarî (navdêr, mê) rewşa beyavdarbûnê.
ji: beyavdar + -î
beyavî (navdêr, mê) rewşa beyavbûnê, valahî.
ji: beyav + -î
beyavîtî (navdêr, mê) valayîtî, şûnîtî.
ji: beyav +-îtî