Encamên lêgerînê
bertîl m rüşvet
bertîl dan rüşvet vermek
bertîl girtin (an jî stendin) rüşvet almak
bertîl xwarin l/gh rüşvet yemek
rüşvet yemek
bertîlkirî rd rüşvet verilmiş (kimse)
bertîlwergir rd rüşvet alan
bertîlxur nd/nt rüşvetçi, yiyici
bertîlxurî m rüşvetçilik, yiyicilik
bertîlxwar nd/nt rüşvetçi, rüşvet yiyen
bertîlxwarî m rüşvetçilik, rüşvet yiyicilik
bertîlxwarin m rüşvet yeme
bertîlxwer nd/nt rüşvetçi, yiyici
bertîlxwerî m rüşvetçilik, yiyicilik
bertîl 1. rişwet 2. kirt/qirt 3. kamçûr *"çav ji çavan şerm dike, bertîl keviran nerm dike"
(navdêr, mê) rişwet, firîw, gendelî, întîqab, irtişa, pareyê yan tiştê din yê ku mirov dide kesekî (bi taybetî karmend û rayedaran) daku bandorê li ser bike daku tiştek neqanûnî bikin yan jî daku xizmeta mirovê pareder ji yên din baştir bikin: bertîl dan, bertîl girtin, bertîl xwestin,bertîl wergirtin, bertîl standin.
Bide ber: bedel.
ji: Ji berdêl ji bedel ji erebî بدل (bedel). Ji heman rehî: bedale, bedle, bedil, evdal, mibadele, tebdîl..
Bikaranîn: Lêker: bertîl dan, bertîl girtin, bertîl xwarin. Navdêr: bertîlxwarin, bertîldan, bertîlgirtin.
ji wêjeyê: Di dîwana Mela yasîn ya (Rewzetul-Heyat) de, ev peyva han wisa dibore: bila bin ji ser ehl û cîran û yar, bimîne tenê ew di qebra xwe jar, ne bab û ne da û ne xweng û bira, kû yardim bikin ew ji bo macera, ne ewlad û ehfad û carî ne jin, ne malî ne gundî ji ehrar û qin, ne ecdad û ceddat û ‘emm û ne xal, ne pismam û domam û hogir, heval, ne mett û ne xatî, ne zava, ne bûk, nehin kes li wê der ji mezn û piçûk, ne baltûz û bûra, ne xess û, xezûr, ne siddîq û yar û ne nêz û ne dûr, ne zêr û ne zîv û ne mulk û ne mal, ne BERTÎL û reşwet, ne cah û menal, nehin kes li wê der kû bit ew mu‘în, ji xeyrî Xweda (erhem’ur-rahimîn).
: bertîlgir bertîlgirî bertîlî bertîlstîn bertîlstînî bertîlwergir bertîlwergirî bertîlxwer bertîlxwerî
bertîl dan (lêker)(Binihêre:) bertîl
bertîl girtin (lêker)(Binihêre:) bertîl
bertîl kevra nerm dike gotina pêşiyan ne hewceyî şîrove yê ye lê belê wekî tê gotin dinya li ser timahiyê ava bûye û mirov di jiyana xwe de tim li peyjiyaneke xweş û tijî hebûnê ye.ji ber wê yekê jî hebûn carinan dixe riya xerab û tiştên neli rê jî dike.
bertîl kirin (lêker) jiyandin kirin.
ji: bertîl + kirin
bertîl wergirtin (Binihêre:) bertîl
bertîl xwarin (lêker)(Binihêre:) bertîl
bertîl xwestin (lêker)(Binihêre:) bertîl
bertîlandin (lêker)bertîl dan, rişwet dan.
ji: bertîl +-andin
bertîldan (navdêr, mê) wekî mirov bertîlekê dide kesek perpirsekî
bertîlder (navdêr, nêr) (navdêr, mê) kesê bertîlê dide
bertîlgir (navdêr) bertîlwergir, bertîlxwer, bertîlstîn, rişwetgir, rişwetwergir, rişwetxwer, korrupt, gendel, rişwetstîn, bertîlxor, bertîlxwir, bertîlxur, rişwetxwir, rişwetxur, rişwetxor, rişwetsitîn, bertîlsitîn, kesa/ê bertîlan werdigire anku distîne, korupt.
ji: bertîl + -gir.
: bertîlgirî
bertîlgirî (navdêr, mê) gendelî, korupsiyon, bertîlxwerî, rişwetgirî, rişwetxwerî.
Herwiha: bertîlgirîtî
bertîlgirtin (navdêr, mê) mirov bertîlan werdigire
bertîlî (navdêr, mê) rewşa bertîlbûnê.
ji: bertîl + -î
bertîlkirin (navdêr)mirov êkî bertîl bike
bertîlwergirtin (navdêr, mê) (Binihêre:) bertîl
bertîlxwarin (navdêr, mê) (Binihêre:) bertîl
bertîlxwerî (navdêr, mê) gendelî, korupsiyon, bertîlgirî, rişwetgirî, rişwetxwerî.
Herwiha: bertîlxorî bertîlxwirî bertîlxurî.
ji: bertîlxwer
bertîlxwestin (navdêr, mê) (Binihêre:) bertîl
bertîl Bestechungsgeld
Bestehung
bertîl m. wer, rîswet, ruswet n.
bertîl dan lg. . werdayene, riswetdayene
bertîl girtin lg. wer girewtene, riswetgirewtene
bertîl xwaririn lg. wer werdene, rîswet werdene
bertîlxur m/n. wercî, riswetcî, werwer, riswetwer n.
bertîlxurî m. wercîyîye, riswetcîyîye, werwerîye, riswetwerîye, wercîyênî m.
bertîl bertîl, rişwet