Encamên lêgerînê
belgefilm m belgesel, belgesel film
belgefilm (navdêr, mê) filmê dokûmentî, filmên ku rastiyê nîşan didin, ne filmên xeyalî.
Herwiha: belgefilim belfefîlim belgefîlîm belgefîlm.
ji wêjeyê: Piştî ku Hewlêr ji bo pêşbirkêya paytexta geştyarî ya Erebî hat namzetkirin, biryare belgefilmek li ser Hewlêrê bê amadekirin. Rêveberê Ragihandina Parêzgeha Hewlêrê Hemze Hamid ji Rûdawê re got: “Filma li ser Hewlêrê tê amadekirin, filmekî dokumenteriye û wê taybet li ser çand, rûyê şaristanî, geştyarî, karîn û hebûna Hewlêr a ji bo paytexta geştyarî be. Biryare piştî hat amadekirin, dawiya meha adara bê pêşkêşî lijneya taybet a geştyarî ya Erebî bê kirin.” Hamid bilêv kir ku amadekariyên wê filmê ji aliyê cîgirê parêzgarê Hewlêrê ve serpereştiya wê tê kirin..
ji: belge + film.
: belgefilmane belgefilmçêker belgefilmî belgefilmnas belgefilmnasî belgefilmvan belgefilmvanî
belgefilmane (rengdêr) bi awayekî belgefilm.
ji: belgefilm + -ane
belgefilmî (navdêr, mê) rewşa belgefilmbûnê.
ji: belgefilm + -î
belgefilmvanî (navdêr, mê) karê belgefilmvanan.
ji: belgefilmvan + -î