Encamên lêgerînê
beheşt (navdêr, mê) cenet, cihê pirr xweş yê tê bawerkirin ku jîngeha mirovên qenc e piştî ew bimirin, her cihê pirr xweş: Kurdistan biheşta ser dinyayê ye..
Bi alfabeyên din: kurdî-erebî: به‌هه‌شت/به‌حه‌شت.
Herwiha: behişt, behuşt, behûşt, biheşt, bihişt, behuşt, bihuşt, bihûşt, buhuşt, buhûşt, beĥeşt, beĥişt, beĥuşt, beĥûşt, biĥeşt, biĥişt, biĥuşt, biĥûşt, buĥeşt, buĥişt, buĥuşt, buĥûşt.
Hevwate: cenet, îrem.
Dijwate: dûjeh, dozex, cehnem.
ji wêjeyê: Belê, li pişt mezinekî gewre wek Barzaniyê nemir jinek hebû û ew jî Hemaîl Xan a nemir e ku heta nefesa xwe ya dawiyê ji bo xelkê Kurdistanê xebitî û têkoşiya. Ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku li beheşta berîn de wê bigihîne Barzaniyê nemir û şehîdên din ên Kurdistanê..
ji: Ji Proto-hindûewropî ṷesu- baştir) > îraniya kevn vehişte-axv, avestayî vêhu-/vohu- (baş) > vehya (baştir) > vehişto (baştirîn), vehişte-eyhu (baştirîn dinya/jiyan) > pehlewî vehişt > kurdî/farisî beheşt. Peyva paradise ya inglîzî û paradis ya frensî û hevwateyên wan di gelek zimanên rojavayî de jî ji zimanên îranî ne: bi rêya latînî paradissus ji yûnanî παράδεισος (paradeysos) ji avestayî ??????????? (peyri-deêze: baxçeyê bi dîwar) ji ????? (peyri: dor, ber) + ????? (deêze: dîwar) anku cihê parastî..
: beheşta berîn, beheştane, beheştî, gorrbeheşt, masiyên beheştê (Macropodus viridiauratus), teyrikên beheştê (Paradisea apoda)
beheşta berîn (navdêr, mê) beheşta xweşî û bextiyariyan.
ji wêjeyê: Belê, li pişt mezinekî gewre wek Barzaniyê nemir jinek hebû û ew jî Hemaîl Xan a nemir e ku heta nefesa xwe ya dawiyê ji bo xelkê Kurdistanê xebitî û têkoşiya. Ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku li beheşta berîn de wê bigihîne Barzaniyê nemir û şehîdên din ên Kurdistanê.
beheştane (rengdêr) bi awayekî beheşt.
ji: beheşt + -ane
beheştok (navdêr, mê) giyayekê kûvîye gula wî sipî û nîva wê zere, :mirov pê di lîzin dema perên gulê di ki în ;di bêjin behe t ya dû re dojeh yan ez divêm ez nevêm evca kanê dê perê dawîyî (behe t dojeh viyan yan ne viyan) be, babirc
beheşt biheşt, buhuşt, cennet, paradîs
biheşt, buhuşt, cennet, paradîs