Encamên lêgerînê
baxçe 1. baxê biçûk 2. hewşa cihekî
(navdêr, nêr) cihê gul û dar lê hatine çandin.
Herwiha: bexçe.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: باخچه.
Bide ber: bûstan, cinîn, gulistan, şov, zevî, ekûr.
ji: hevreha soranî باخچه (baxçe), farisî باغچه (baẍçê), avestayî vaxşe (milk), ji bax + -çe, jiari. Tevî ku -çe bi gelemperî maneya biçûk dide peyvan lê baxçe hem bi maneya yên biçûk û hem jî yên mezin tê bikaranîn. Bo hin nimûneyên din yên bi heman awayî, ku paşbendika biçûkirinê girtiye lê maneya biçûk tê de nîne, binere: parçe, jinik..
: baxçeçîn, baxçeçînî, baxçedar, baxçedarî, baxçekar, baxçevan, baxçevanî, xudanbaxçe, xwedanbaxçe, xwedîbaxçe
baxçedar (rengdêr) bibehçe.
ji: baxçe +-dar
baxçedarî (navdêr, mê) baxçevanî, baxevanî, baxvanî, rezvanî.
ji: baxçe +-darî
baxçekar (navdêr, nêr) (navdêr, mê) ya/ê baxçe dike.
ji: baxçe + -kar
baxçevan kesê ku di hewşên malan an jî baxên biçûk de dixebite
(navdêr, mê) baxvan, gulvan.
ji: baxçe +-van
baxçevanî karê hildan û danîna baxçeyan
(lêker)karê hildan û danîna baxçeyan, rezvanî
baxçeyê heywanan (navdêr, nêr) baxçeyê ku gelek heywanên kûvî yên cuda di nav de tên xwedîkirin (bi taybetî bo ku mirov biçin û li wan temaşe bikin).
Herwiha: bexçeyê heywanan. Yekjimar: baxçeyek heywanan. Pirrjimar: baxçeyên heywanan.
Bi alfabeyên din: باخچه‌يێ حه‌يوانان. Devkî: baxçê heywana bexçê heywana.
ji wêjeyê: Kitêbeka nû ji bo zarokan ji nav weşanên Hêlînê derkeft. Navê vê kitêbê »Bexçeyê Heywanan« e. Ew ji nivîsîna Ghislain Zuccoloyî ye û Sacha Ilitchî ew ji fransî wergerandiye. Wêneyên tê de yên Nicolas Hunerblaesî ne.(Kulturname.com, 9/2009).
ji: baxçe + -y- + -ê + heywan + -an. Bi soranî: باخچه‌ی حه‌يوانان (baxçey heywanan)
baxçeyê zarrokan (navdêr, mê) zarrokxane, pêşdibistan, rewze, kodekistan, kreş, cihê ku dêbav rojane zarrokên xwe yên ku hê bo çûna dibistanê biçûk in bo çavdêrîkirin û lîstikan dibinê (bi taybetî dema ku dêbav bi xwe li kar in), zarrokistan.
Herwiha: baxçeyê zarokan baxçeyê zarroyan baxçeyê zaroyan baxçê zarrokan baxçê zarokan baxçê zarroyan baxçê zaroyan bexçeyê zarrokan bexçeyê zarokan bexçeyê zarroyan bexçeyê zaroyan bexçê zarrokan bexçê zarokan bexçê zarroyan bexçê zaroyan. Pirrjimar: baxçeyên zarrokan.
ji: baxçe + -yê + zarrok + -an
baxçe m. garden, yard
baxçe n. baxçe, herim n.
baxçedar rd. baxçeyin, baxçedar
baxçevan m/n. baxçewan, baxçecî, baxçewun n.
baxçevanî m. baxçewanîye, baxbaçîyîye, baxçewanênî m.
baxçeyê mêweyan n. baxçeyê meyweyan n.
baxçeyê sêvan n. baxçeyê sayan n.
baxçeyê sipîndaran n. xêd, baxçeyê qewaxan n.