Encamên lêgerînê
bêlib rd tanesiz
bêlibik rd taneciksiz
bêlibas (rengdêr) bêcil, rûs, tazî, rût.
ji: bê- + libas.
: bêlibasî
bêlibasî (navdêr, mê) rewşa bêlibasbûnê.
ji: bêlibas + -î
bêlibik (navdêr, mê) bêhebik.
ji: bê- +lib +-ik
bêlibt (rengdêr) bêhereket, bêliv, bêlebat, bêbizav, bêxebat, bêçalakî, bêkiryar, bêkar, bêleqîn, bêlivak, bêlivek, bêcole, bêqelq, bêbizar, bêcule.
ji: bê- + libt.
: bêlibtî bêlibtîtî bêlibttî
bêlibtî (navdêr, mê) rewşa bêlibtbûnê.
ji: bêlibt + -î