Encamên lêgerînê
atraksiyon pêşandana balkêş, atraksiyon
pêşandana balkêş, atraksiyon m
atraksiyon (navdêr, mê) naz, balkêşî, niwaz, dilwazî, dilkêşî, dênkêşî, mereqkêşî, cezb, mereqa kesekî kêşan ser xwe.
ji wêjeyê: Ev tabloya derdixe holê ku di nav Kurdên Bakurê Kurdistanê de di derheqa TRT 6-ê de lihevkirinek tune ye û sergêjiyek heye. Jêbera kurdên Bakurê Kurdistanê xerab bûye. Ev sergêjî û jêber xerabbûn girêdayî sê sedeman derdikeve derva. Sedema yekemîn: Kurdên Bakur xuya ye ku nedipan ku Komara Tirkiyeyê bi konseptek û projeyekê pirsa kurd bigre destê xwe û gavan bavêje. Ji bona vê amadeyiyeke wan tune ye. Li hemberî atraksîyon û hemleyên dewletê bê haziriyek heye. Sedema duyemîn: Li Bakurê Kurdistanê ji bona mafê çarenivîsiya neteweya kurd; qezençkirina desthilatdarî û mafên kolektîf yên neteweyî armanceke mişterek, konsept û projeyeke hevmişterek tune ye. Sedema seyemîn: Li Bakurê Kurdiastanê ji bona desthilatdariyê hazirî tune ye: Deshilatdarî dê li Kurdistanê çawa bibe û qerektera desthilatdarî dê çi bibe, ew nayê zanîn û di vê pirsê de jî haziriyek tune ye.(Îbrahîm Guçlu: TRT 6: Sergêjî û 3 Fikir... Netkurd.com, 1/2009).
ji: Bi rêya frensî attraction ji latînî trahere (rakêşan)