Encamên lêgerînê
arimgeh (navdêr, mê) cihê bênvedanê, cihê vehesînê, mexel, ebedîgeh, gorr, mezar, qebir, tirb, merqed.
Herwiha: aramgeh.
ji wêjeyê: Maryya delal, dema hest bi bextreşî û xemgîniyê dikim, nameyên te dixwînim. Dema giyana min bi kul û kovanan dagirtî ye, du-sê nameyan ji sandoqikekê dertînim û wan dîsan dixwînim. Ew ezîtiya min a rastîn tînin bîra min. Ew ji min re dibin piştevan ji bo ku hilbikevim raserî wan tiştan ên ku di jiyanê de ne berz û ne bedew in. Jixwe rast e, Maryya delal, ku divê her kesî ji me arimgeh û hedingehek li derekê hebe. Arimgeha min daristanokek bedew e ku li navê ji hebûna te agadar im.(Xelîl Cibran: Çend Name, wergerrandin: Husein Muhammed, Kovara Mehname, hj. 29, 6/2002).
ji: arimîn - -în + -geh