Encamên lêgerînê
aşpêj nd/nt aşçı
aşpêjî m aşçılık
aşpêj (navdêr) xwarinçêker, cemvan, xwarinsaz, nanpêj, kesa/ê ku xwarinan çêdike (bi taybetî li restoranan).
ji wêjeyê: Kesekî din bûya ji bedêla hindek dam û dezgehên rewşenbîrî, di nav vê hemû alozîya ragehandinê de nediçû û ev hemû xercî bo damezrandina kenaleke nû ya televizyona kurdî serf nedikir ko wekî heyva li çardeha xwiya ye diçe rêza faşilên din. Dê biçûya û bo çêkirina xwaringeheke hevdem bo çêkirin û pêşkeşkirina xwarina xwemalî ya kurdî planek danîba. Dê ji hemû aliyekî ve ji bedêla bêjer û derhênerê nezan, kebabçî û aşpêjên lihevhatî û şareza ji her çar parçeyên Kurdistanê jê re kom bikira. Ez bawer im serkevtina wî asantir û bi leztir dibû, cihê tiliya wî jî bi ser çanda kurdewarî de zêdetir dibû, herweha dibû cihê şanaziyê jî di vê kavilgehê de.(Bedran Ehmed: Çanda xwarinê di kavilgeha Kurdistanê de, Nefel.com, 1/2008).
ji: aş + -pêj.
: aşpêjî aşpêjîtî aşpêjtî.
Bi zaravayên kurdî: Kurmancî: aşpêj, Kurdî (Soranî): aşpej, Kurdiya başûr: Lekî: Hewramî: Zazakî:
aşpêjî (navdêr, mê) rewşa aşpêjbûnê, nanpêjî, xwarinpêjî, xurekpêjî.
ji: aşpêj + -î
aşpêjxane (navdêr, mê) dûkar, metbex, kulîn, mitfex