Encamên lêgerînê
aşop m hayal (zihinde tasarlanan, canlandırılan ve gerçekleşmesi özlenen şey)
aşopa sîberî şn gölge oyunu
aşopbaz rd/nd hayalcı
aşopbazî m hayalcılık
aşopî rd hayalî
aşopiya zanistî nd bilim kurgu
aşop (navdêr, mê) xeyal, wêne û raman û bûyerên mirov di hişê xwe anku mejiyê xwe de diafirîne anku çêdike (bi taybetî yên ku nehatine dîtin yan qewimîn), dûrî rastiyê yan realîteyê, fitne, fesad, şiltaxî, ajawe, navek jinan e, (wêjeyê de) wêje û çîrokên derbarê mirov û bûyerên xeyalî; çîroksazî.
Herwiha: eşop aşûp.
Bikaranîn: Lêker: aşop kirin Navdêr: aşopkirin Rengdêr: aşopkirî.
ji: Belkî jiarami ܐܫܦܐ (eşşafa: sihirbaz, fêlbaz), hevreha îbrî אשף (aššāᵽ), akadî ?? (āšipu MAŠ.MAŠ). Lê herwiha bide ber farisî آشوب (aşûb) ku rehê dema niha ye ji lêkera آشفتن (aşûften) e lê maneya vê li ya kurdî nayê loma ihtimala ku ji aramî be mezintir e..
: aşopandin aşopandî aşopane aşopî aşopîn aşopperist aşopperistî.
ji wêjeyê: Yekitiya zimanê pir zarav û welatekî parçebûyî aşop e.(Bavê Nazê: Ber bi zimanekî yekbûyî ve, Gelavej.com, 7/2008)
aşopane (rengdêr) bi awayekî aşop.
ji: aşop + -ane
aşopbaz (navdêr, mê) nîgaşwer, nîgaşperwer, nîgaşperest, xiyalbaz, xiyalker, nîgalperest, xiyalperest.
ji: aşop +-baz
aşopbazî (navdêr, mê) nîgaşwerî, nîgaşperwerî, nîgaşperestî, xiyalbazî, xiyalken, nigalperestî, xiyalperestî.
ji: aşop +-bazî
aşopdar (rengdêr) aşopî.
ji: aşop +-dar
aşopî (rengdêr) xeyalî, fîktîf, berhemê xeyalan, ne rast, ne heyî: Ev çîrrok aşopî ye anku bi rastî neqewimiye. Gelo Mem û Zîn aşopî ne yan jî bi rastî hebûn..
ji wêjeyê: Me bi dizîkî hevdu li wê ayîngeha kevnar didît, rojên xwe yên hevbeş bi bîr dianîn, em ji rojên xwe yên hevdemî dipeyivîn, ji pêşerojê ditirsîn û hêdî hêdî me nihînên di kûratiyên dilên me de veşartî jî deranîn, em ji ber bextreşî û eziyeta em tê de xembar bûn û em tê dikoşîn ku bi hêvî û xwestekên aşopî xemên hevdu vebirevînin. Carinan em aş dibûn, me hêsirên xwe dipaqijandin û em dibişirîn, me ji bilî evînê her tişt ji bîra xwe dibir; me hevdu dihemêzand ta ku dilên me aram dibûn; paşî Selmayê lêva xwe ya bêgune danî ser eniya min û dilê min ji hal bir; dema ku wê gerdena xwe ya qerefîlî çemand, min bersiva maça wê da û gep û alekên wê yên tenik mîna tîrêjên tavê li berbanga spêdeyê geşe-sor bûn. Di bêdengiyê de me li dûr li qeraxa esman dinerî dema ku rojê bi avabûna xwe re ewr bi tîrêjên pirteqalî rengandin.(Xelîl Cibran: Baskên Şkestî, roman, wergerrandin: Husein Muhammed, Weşanên Helwest, Stokholm, 2002).
ji: aşop + -î.
: aşopîtî
aşopîkî (navdêr, mê) bi aşopî, fantasncallness.
ji: aşopî +-kî
aşopîn (lêker)xeyal kirin, pûnijîn.
ji: aşop +-în
aşopîtî (navdêr, mê) rewşa aşopîbûnê.
ji: aşopî + -î
aşopkar (navdêr, mê) xewinbîn.
ji: aşop +-kar
aşopkarî (navdêr, mê) peyker, pût, feramoşî.
ji: aşop +-karî
aşopkirî (rengdêr) (Binihêre:) aşop
aşopkirin (navdêr)(Binihêre:) aşop
aşop imagination
aşopî imaginary
aşopi Fantasie
imaginär