Encamên lêgerînê
-bêj- 1. ji gotinê (lêker) rehê dema niha yê lêkera gotin: Ez di-bêj-im, ez na-bêj-im, ez ê bi-bêj-im.
Herwiha: -bê- -wê- -wêj- -vê-.
Têkildar: -bêj.
ji: hevreha soraniya devokî -êj- û -bêj- (soraniya standard -łê-), zazakî vaj-, pehlewî vaç-, avestayî veç-, sanskrîtî वाच् (vā́c), latînî vōx hemû ji Proto-hindûewropî wekʷ- ku herwiha serekaniya latînî vox e. Ji heman rehî: awaz, waje, wêje, gotin... 2. ji bêtin (lêker) bêtin, li bêjingê kirin
-bêj -bêj, ya/yê dibêje: goranîbêj stranbêj