Encamên lêgerînê
şakar (i) rd seçkin, mumtaz
şakar (ii) nd baş yapıt
şakar (navdêr, nêr) şaheser, berhema hêja, karê herî giring yê ku kesekî kiriye, berhemê serekî yê ku kesekî afirandiye: Mem û Zîn şakarê Ehmedê Xanî ye lê wî hin pirtûkên din jî nivîsîne..
Herwiha: şahkar, şehkar.
Bide ber: sakar.
ji wêjeyê: Nedîmê rehmetî toreka berfireh ya kontaktan ji xwe re ava kiribû û xwe gihandibû kesên payebilind û desthilatdar di civaka Swêdê de. Ew bi xwe mirovekê pirhêvî bû û dixwast gelek karan bike. Xewneka wî ew bû ko kitêbxaneyeka kurdî dabimeziranda. Wî ew xewna xwe bi renc û têkiliyên xwe kir rastî û ev deh sal di ser vebûna wê de derbas bûn. Gelek xewnên wî yên wek Kitêbxaneya kurdî ya dijîtlal, Muzîkxaneya kurdî, Kitêbxaneya kurdî ya li Diyarbekirê, kovarên kurdî yên temadar û dehên din yên mîna wan hebûn. Şiyana wî ya xeyalkirinê pir xurt bû. Wî gelek tişt digotin û gelek tişt dikirin. Lê, şakarê wî yê biqîmet û pirgiring Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê ye.(Newzad Hirorî di hevpeyivînekê de li gel Enwer Karahan, Nefel.com, 12/2007).
ji: şa (şah) + kar