Encamên lêgerînê
çavnexel rd yan yan bakan kimse
çavnexel (rengdêr) serşorr, bêxîret, bênamûs, kesa/ê ku newêre li dijî heqaretan serê xwe hilde, kesê/a ku daxwaza xwe bi nêrîna di bin çavan re eşkere dike...
ji wêjeyê: Ev çawa dinya ye, çawa Ewrûpa û Emerîka ye ko hîna jî bi melûlî li çavnexeliya van hovan temaşe dike? Ev çawa tirkên “bira” ne ko dengê xwe li hemerî vê harbûyina xwediyê xwe dernaxin û em çawa kurd in ko hîna jî bahsa wekhevî, cîrantî û biratiya van ceberûtan dikin?(Enwer Karahan: Çavsoriya dewleta ceberût û helwêsta Abdûlah Demîrbaşî, Nefel.com, 6/2007).
ji: çav + nexel.
: çavnexelî, çavnexelîtî, çavnexeltî
çavnexelî (navdêr, mê) rewşa çavnexelbûnê.
ji: çavnexel + -î