Wateya peyva xendek
xendek(navdêr, mê) kozik, çeper, cihê kûr yê ku şerrvan xwe lê bi cih dike û ji wir çekan berdide dijminê xwe.
Herwiha: xendeq.
ji wêjeyê: Platforma Kurdên Demokrat (PKD) a Bakûrê Kurdistanê, di daxuyaniyekê de piştgiriya xwe ji kolandina xendekan li ser sînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê nîşan da û ragihand, dewleta Herêma Kurdistanê divê gel û sînorên xwe biparêze. (rudaw.net/kurmanci 5/2014).
ji: jiari, hevreha kurmancî kend, farisî کنده (kendê), کندگ (kendeg), خندق (xendeq) û خندك (xendek), pehlewî kendeg. خندق (xendeq) ya erebî û hendek ya tirkî ji zimanên îranî hatine wergirtin.
xendekm. cog. derxure, xendeq, kend n.