Wateya peyva mezbexe
mezbexe(navdêr, mê) girûxane, qesabxane, selexane, kuştargeh, cihê ku ajel lê tên serjêkirin.
Bide ber: mezbete.
ji wêjeyê: Nexweşxaneyên Amedê bûne wek mezbexe û qesabxaneyan. Berî niha li nexweşxaneyekê zarokên Amedê bi Hepatît C (Nexweşîya zerdika herî giran) ketibûn. Berî wê gellek ecêbên din qewimîbûn. Niha jî bi navê estetîk û xweşikbûnê mirovan dişewitînin.(Lotikxane.com, 1/2007)
Tê de derbas dibe; ...... (Lêgerîna Berfireh)