Wateya peyva endîşe
endîşem 1. endişe, kaygı 2. kuşku, korku
endîşe(navdêr, mê) şayîş, nîgeranî, fikar, qilal, hêsîbes, nearamî, tirs, nerehetiya ji ber ku belkî tiştek nebaş biqewime, fikir, raman, hizir, pûnij, şik, guman.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: ئه‌ندیشه.
ji wêjeyê: ... tirk ji ber tevgera hukumeta Kurdistana federe a di derbareyê derxistina petrola xwe ya herêmê û îxrackirina wê de bi endîşe ne..
ji: jiari, hevreha soranî ئه‌ندیشه (endîşe), farisî اندیشه (endîşe), pehlewî hentêşek ji hentêşîten (fikirîn, ramîn, pûnijîn).
Bikaranîn: Lêker: endîşe kirin. Navdêr: endîşekirin Rengdêr: endîşekirî